Peyrewa navxweyî „ Rêxistina Cîhanî Kurd“ (WKO) e.V.

Beşê yekem: Nav, Cih, Tomarkirina fermî, sala destpêkirina çalakiyan.

  1. Nav: „ Rêxistina Cîhanî Kurd“ ( WKO )
  2. Navend (cih): Bajarê Essen (Elemaniya)
  3. Rêxistineke, gereke bi şêweyekî fermî li beşê Tomarkirina rêxistinan were tomarkirin ê. Paşgiriya wê dibe V. (Rêxistineke bi fermî û jibo berjewendî giştî hatiya tomar kirin ê).
  4. Salal damezrandinê (avakirinê) ji sala ku têde hatiye tomarkirin, tê hejmartin.

Beşê duyem: armanc, mebest û erkên wê:

  1. Armanca vê Rêxistinê damezrandina navendeke zanistî ye, jibo tomarkirina belge-Name û lêkolînan (Dokummêntasion), ku bi şêweyekî zanistî pirsên Kurd û babetên pêwendîdar bi gelê Kurd werin nasandin û belavkirin.

  2. a
    : Rêxistineke jibo pêşvebirina jiyaneke tevahî û li hevudu têgihêştin di navbera kurd û elemanan de û herwise jî miletên mayin; ew pevguhestina kulturî bilind di nirxên.
    b: Rêxistin kar û xebatê jibo piştgirî û alîkariya geflêkirên siyasî yanjî olî, herweha penaber, kesên derbider, qurbaniyên cengê û yên di şer de dîlkirî; herweha alîkarî û bi bîranîna hemû qurbaniyên ceng û wêraniyên sirûştê.
     
  3. Jibo bi destxistina van armancan, rêxistin xebatê dike, daku akadêmiyeke kurdî ava bike.
    Ew akadêmî bi van erkên ku li jêr hatine, di rabe:
  • Pêkanîna(avakirina) toreke pêwendiyan di navbera lêkolvanên kurd de.
  • Pêkanîna pirtûkxane û navendeke belge-Name jibo lêkolvanan.
  • Damezrandina Ensêklopêdiya (Xezîna zaniyarî) “kurdika/ kurdî-pêdiya” li ser tora înternêtê jibo kultur û dîroka kurdan.
  • Rêkxistina sêmînar û konferansan li ser babetên pêwendîdar bi kultur û pênasîna kurdan.
  • Pêşvebirina karê kulturî, perwerdekirin û perepêdan bi babetên pêwendîdar bi êntêgration (xwerêxistin/xweguncandin) a kocberên kurd weku erk ji xwe re dibînê.
  • Xebat jibo pêşvebirina pêwendî û hevkariyê di hemû waran de bi elmanan re.
  • Pêkanîn û bi hêzkrina hevkariyê bi kesan, komel, rêxistinên navnetewyî û ew dewletên, ku parêzgarî li kultur û pênasîna kurda dikin.
  • Salana xelatekî dide kesekî helbijartî ji wan kesên, ku kar jibo pêşvebirina kultura kurdan û pênasîna kurd û dîroka wî kiriye.

Beşê sêyem: Jibo berjewendiyên komelayetî (civakî):

  1. Rêxistin jibo berjewendiya civakî hatiya avakirinê, û mebsta wê ne berjewendî û qezenciya diravî (malî) ye.
  2. Dirava rêxistinê bitenê jibo armancên, ku di peyrewê de hatine, tê xerckirin ê. Mafê endamên rêxistinê tuneye, ku wê diravê jibo babetên taybet û kesayetiya xwe bi kar bênin.
  3. Di dema hilweşandina rêxistinê de, dest ji kar kişandinê û yanjî bi her curekî kotasî anîn bi xebata wê, endam nikarin dirava wê li xwe parve bikin.
  4. Tu kes mafê wî tuneye, ku bi mebesta karê rêxistinê, dirava wê bi şêweyî sextete bikar bênê; yanjî zêdetir ji xerciya ku hatiye kirin, werbigrê.
  5. Rêxistin dikare alîkariyê ji hemû kesên asayî û yasayî, rêxistinên civakî, dêr (kilîse) û dewlwtê jî werbigriê, bi mercê, ku ne li dijî peyrewê be û astengan jibo rêxistinê peyda neke.

Beşê çarem: Endametî

  1. Her kesekî asayî yanjî yasayî, ku armancên rêkxistinê bi pejirênê (qebul bike) dikare bibe endam.
  2. Desteyî (Komîta) bi rêvebir li ser daxwaza endametiyê a bi nivîskî, biriyar dide.
  3. Derketin ji endametiya rêkxistinê, di her demê de heye. Derketin gereke bi nivîskî ji komîta birêvebir re were pêşkêş
  4. Mafê derxistina (derkirin) endam ji rêxistinê heye, heger ew endam bi aşkira li dijî armancên rêxistinê kar bike. Jibo derkirinê, pêwiste di civîna giştî du ji sê dengan werin pesendkirin.
  5. Endametî endam bi mirinê, dawî pê dêt. (Kesên yasayî, biştî hilweşandina rêxistinê, kotasî bi endametiya wan tê).
  6. Diravê (pere) endametiyê a salê, ji aliê civîna giştî ve tê diyarî kirin.

Beşê pêncem: Komîta birêvebir:

  1. Endamên birêvebirinê bi şêweyî xwepexş kar dikin.
  2. Komîta birêvebir, bi kêmasî salê çar caran dicive.
  3. Komîta birêvebir ji sê kesan pêk dêt. Kargêrî yekem, kargêrî duyem û berpirsê diravî.
  4. Li gorî paragrafa (§ 26) a yasa elemanî BGB birêvebirin ji kagêrê yekem û yê duyem pêk dêt, ku her yek ji wan dikare nuneratiya rêxistinê bike.
  5. Komîta birêvebir ji aliyê civîna giştî a endaman ve, jibo du salan tê helbijartin.

Beşê şeşem: Civîna giştî a endaman:

  1. Civîna giştî a endaman salê carekê pêk tê. Herwisa jî, banga civîna gishtî a endaman dibe, hegrer berjewendiya rêxistinê bixwaze, yanjî bikêmasî 30 ji 100 î endamên wê bi nivîskî daxwaz bikin, ku merc û berjewendiya civînê bi zelalî eşkira bikin.
  2. Jibo her civîneke giştî a endaman, gereke komîta birêvebir sê heftiyan berî wext, bi nivîskî agehdarî bide endaman. Herwisa jî, gereke rojeva (babet) civînê bi nivîskî bi dawet-namê re jibo endaman bişênê.
  3. Birêvebirina civîna giştî a endaman, erkê kargêrê yekeme, heger ew nikaribe, erkê yê duyeme; û hegre jiber hersedemkî ve, herdû jî nikaribin beşdar bin, wêçaxê beşdarên civînê birêvebirê civînê diyar dikin (heldibjêrin).
  4. Her vexewndineke fermî jibo civîna giştî, bi bêyê li berçavkirina hejmara beşdaran, destbikar dibe û dikara biryaran bistîne.
  5. Biryarên civîna giştî li gorî hejmara zorbeyî dengên beşdaran, yên asayî têne standin. Jibo guhertina peyrewa rêxistinê, pêwistî bi sê li ser çar dengan heye.
  6. Rapora (protokol) biryarên civîna giştî tê nvîsandin û ji aliyê birêvebirê giştî yê civînê û nivîserê raportê ve, tê imzekirin.

Beşê heftem: Hilweşandina Rêxistinê, yanjî kotasî bi xebata wê:

  1. Jibo hilweşandina Rêxistinê, pêwistî bi çar li ser pênc dengên beşdaran heye.
  2. Dema hilweşandina Rêxistinê, yanjî kotasî anîn bi xebata wê, samana (sermiyan, hebûn, darayî) wê diçe (didin) jibo Civaka piştgiriya gelên, ku metrisî li ser wan heye Gfbv a li bajarê Götingen/Elemaniya, A ku vê xebatê bi tenha û raste-rast jibo armanc û berjewendiyên giştî dike.

Navnîşana wê: Gesellschaft für bedrohte Völker e. V. (GfbV), Postfach 2024, 37010 Göttingen, Deutschland USt-ID-Nr.: DE 115 313 877 Registergericht: Amtsgericht Göttingen Registernummer: VR 180

Ev peyrew roja 26.05.2018 hatiye nivîsandin ê u di 19.08.2019 de guherîn.